Li Kurdistanê di pileya 4.4'an erdhej pêkhat

Li Başûr û Rojhilatê Kurdistan berê vê sibehê saet 07. 11'yan de pileya 4.4'an erdhejek çêbû.

18.11.2017, Cts - 06:37

Li Kurdistanê di pileya 4.4'an erdhej pêkhat
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, erd dîsa hejiya û pêlên wê derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê jî bû.

Li gorî medyaya Îranê, îro danê sibê saet 08:12 (bi dema Hewlêrê) li bajarê Qesra Şîrîn yê Kirmaşanê erd bi tundiya 4.4 pile hejiya.

Hat gotin ku navenda erdhejê 4 km dûrî bajarê Qesra Şîrîn û 22 km jî dûrî bajarê Serpêla Zehawê bûye. Li gorî agahiyan, pêlên erdheja han derbasî devera Germiyanê Başûrê Kurdistanê jî bûne.

Roja 12 vê mehê jî li Kirmaşanê erdhejek bi tundiya 7.3 pile qewimîbû, ku di encamê de bi sedan kes mirin, bi hezaran kes birîndar bûn û bi deh hezaran kes derbider bûn. Pêlên wê erdhejê bi heman hêzê derbasî Başûrê Kurdistanê jî bibûn ku di encamê de 7 welatiyên Başûrî miribûn, gelek kes jî birîndar bibûn û bi dehan malbat jî derbider bibûn.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1549 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x