Li Sûra Amedê dest bi hilweşandina xaniyan kir

Li ser fermana wezareta jîngehê ya Tirkiyê, xaniyên li Çiyayên Çilan nêzîkê Pira Deh Derî tên hilweşandin.

29.12.2017, Cum - 11:12

Li Sûra Amedê dest bi hilweşandina xaniyan kir
Nuçe Belav bike

Bi bihaneya ku ew xanî li nêzîkî şûnwaran û cihên pîroz hatine avakirin û yasayên avakirinê binpê kirinê, şaredariya Sûrê dest bi wêrankirina wan kiriye.

Ji 725 xaniyan wê destpêkê 80 xanî bên herifandin û piştî 10 rojên din wê xaniyên din jî bên hilweşandin.

Xaniyên li Çiyayên Çilan di dema ku şaredarî di destê DBPê de bû hatibûn avakirin.

Berî niha jî serokê şaredariyê Ebdella Demîrbaş û 12 kesên din hatin girtin, bi tohmeta ku wan kesan, pereyên ji mifaya çêkirina wan xaniyan derxistine, ji PKKê re şandine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1607 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:45:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x