Medya Îranê rastiya erdhejê vedişêre!

Nûnerê Kirmaşanê Ehmed Seferî, rexne li medya hikûmeta Îranê kir ku behsa pirsgirêkên Kirmaşanê nakin û dibêje saziya radiyo televîzyona Îranê, bi awayekî behsa rewşa navçeya erdhejê dikin, weke ku tu pirsgirêk nînin.

17.11.2017, Cum - 12:17

Medya Îranê rastiya erdhejê vedişêre!
Nuçe Belav bike

Pênc roj bi ser erdheja Rojhilat û Başûrê Kurdistanê re derbasbûn. Heya niha xizmetguzariyên weke av û elektirîk û gazê, herwiha alîkariya pêwîst negihiştiye bajarên Serpêl Zehaw, Qesra Şîrîn, Dalaho, Ezgele, Selasa Bawecan û gundên derdorê yên Rojhilatê Kurdistanê.

Di erdheja 7.3 pileyên rîxterê ya li parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê de hezar û 900 gund wêran bûn. Ev yek bû sedema bê mal û halbûna bi hezaran kesan.

Li gorî amarên Parêzgeha Kirmaşanê, 31 hezar xanî ziyan dîtine, 16 hezar xanî bi temamî hilweşiyane û 11 hezar gund ketine ber erdhejê.

Ragihandina Îranê derbarê hejmara qurbaniyan de amarên nakok belav dikin. Parlamenterê Kirmaşanê Ehmed Seferî îdîa dike, ku zêdetirî hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Lê hikûmetê nîvê amaran belav kirine. Li hinek gundan xelkê miriyên xwe bixak spartine lê di nav amaran de ew nayên hejmartin.

Hemwelatiyek dibêje, tenê ji malbata wî 27 kesan canê xwe ji dest dane. Wî bi lez tirb çêkirine û her titbek 4 kes hatine veşartin.

Li gorî gotina xwebexşan, li hinek gundan, ku riya hatin û çûnê nîne, kes nizana ka çi çêbûye.

Cîgirê Parêzgeha Kirmaşanê diyar dike, ku ziyana madî 650 milyon dolar e lê hikûmetê ji bo qerebûkirina hemwelatiyan 235 milyon dolar terxan kiriye.

Niha hemwelatiyên Kirmaşanê li benda alîkariya lezgîn in. Beriya hemû tiştan jî çadir û amêrên germkirinê. Xelk gilî dike, ku hikûmet alîkariyê nagihîne wan.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1353 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:43:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x