Nêçîrvan Barzanî : Wê ziyan werin pêşwazî kirin!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ji bo Silêmaniyê bûdceyeke taybet terxan kirine û ziyanpêkeftiyên erdhejê dê werin pêşwazî kirin.

14.11.2017, Sal - 11:37

Nêçîrvan Barzanî : Wê ziyan werin pêşwazî kirin!
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku dê kesên di erdhejê de ziyan dîtine werin qerebûkirin û ji bo vê armancê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê bûdceyek ji Silêmaniyê re cuda kiriye.

Di berdevamiya axaftaina xwe de Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaza sersaxiyê ji xizm û kesên qurbaniyên erdheja Derbendîxan û Kirmaşanê re xwest.

Derbarê bendava Derbendîxanê de Barzanî ragihand, ku li gel Yekîtiya Ewropayê rêkeftine da ku ji bo nûjenkirina bendavê lîjneyekê bişînin.

Di dema serdanê de Serokwezîr Barzanî ligel rêveberên bajar û welatiyan civiya û herweha serdana Bendava Derbendîxanê jî kirin ku ji ber erdhejê ziyan lê ketiye.

Demijêr 09.00 şeva 12-11-2017'ê, li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê û Helebceya Başûrê Kurdistanê erdhejeke bi hêz çêbû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:49:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x