PCK: 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê Pîroz be

Platforma Ciwanên Kurd bi helkefta roja cîhanî ya zimanê zikmakî peyamek belav kir.

21.02.2022, Pts - 08:37

PCK: 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê Pîroz be
Nuçe Belav bike

Daxuyaniyên nivîskî yên hatine dayîn waha ne:

Wek tê zanîn bi biryara UNESCO yê di sala 1999an de 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hat îlankirin. Ji bo parastina pirzimaniyê her sal 21ê Sibatê tê pîrozkirin.

Piştî ku dewleta Tirk avabûna xwe îlan kir, dîrok, wêje û çanda me bi taybetî jî zimanê Kurdî înkar kir. Welatê me Kurdistan dagîr kir. Dewleta Tirk axaftina bi kurdî û weşanên bi kurdî yên wekî pirtûk, kovar û rojname qedexe kir. Li dijî kesên ku pirtûk an rojnameyên bi kurdî derdixist lêpirsîn vekir. Wî gelê me xist girtîgehê. Hemû armanca dewleta Tirk; Kurdan bike Tirk.

Lê tevgera neteweyî ya kurd, tevî hemû polîtîkayên xwe yên çewisandin û asîmîlasyonê nehişt ku zimanê kurdî ji holê rabe. Ligel qedexe û zextan jî weşana xwe ya wekî pirtûk, kovar û rojnameyên bi kurdî berdewam kir. Îro jî zilm û qedexeyên li ser zimanê kurdî berdewam dikin. Bi milyonan zarokên kurd nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin. Zaravayê zazakî yê kurdî di xetereya tunebûnê de ye.

Em polîtîkaya kolonyalîst û asîmîlasyonê ya dewleta Tirk red dikin.

Ji bo ku Kurd ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin em têdikoşin.

Bila zimanê kurdî jî bibe zimanê fermî be.


Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 594 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:32:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x