Îranê herî dawî ziyanên erdhejê ragihand

Li Başûr û Rojhilatê Kurdistan çendek berê erdhejek bi dijwariya 7.3 pêk hatibû. Erdhejê ji xeyrî Kurdistanê zêdetir bandor li bajarê Kirmaşan ê Îranê kiribû.

23.11.2017, Per - 07:17

Îranê herî dawî ziyanên erdhejê ragihand
Nuçe Belav bike

Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Îranê hejmara qurbaniyên erdhejê yên Îranê eşkere kir. Li gorî saziyê heta niha 444 kes li Serpêla Xehaw û gundên derdora bajarê Kirmaşanê jiyana xwe ji dest dane.

Ji aliyê din ve çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku amarên qurbaniyan ji vê hejmarê gelek zêdetir e û piraniya welatiyên ku canê xwe ji dest dane, bêyî ku navên wan were tomarkirin, ji aliyê xizmên wan ve hatine definkirin.

Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî Endamê Serkirdayetî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rostem Cihangirî di axaftina xwe de ji bo hejmara qurbaniyên gotibû ‘hejmar pir zêde, lê rejima Îranê vê hejmarê vedişêre.'

Li gor amarên Navenda Jeofîzîk a Îranê, ji yekşema hefteya derbasbûyî ve heta serê sibeha roja çarşemê 714 erdhejên biçûk li Kirmaşanê qewimîn.

Weke din barîna baranê jî li wê herêmê berdewam e ku jiyana lêqewimiyan zehmettir kiriye. Niştecihên herêmên ku erdhej lê qewimiye, ji Rûdawê re aşkere dikin ku ji tirsa herifîna xaniyan nawêrin bikevin nav xaniyên ku zirar dîtine û di nav konan de dimînin.

Hin welatiyên ku di nav konan de dijîn, aşkere dikin ku serma bûye metirsiya li ser jiyana wan.

Xelkê xwebexş pêwîstiyên xwarin, cilûberg û alavên germkirinê ji bo ziyanpêkevtiyên Kirmaşanê dabîn dikin.

Her wiha li gor rayedarên Kirmaşanê, erdhejê qasî 650 milyon dolar zirar gihandiye xaniyên xelkê û sektora giştî. Encumena Wezîran a Îranê 235 milyon dolar ji bo avakirina xaniyan terxan kiriye. 70 milyon bê berdêl û yên din jî weke deyn dide welatiyên ku ji erdhejê zirar dîtine. Lewma ziyapêkevtiyên erdhejê ji siberojê nîgeran in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1515 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:35:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x