Îro 'Roja Ala Kurdistanê' ye

Îro, 17ê berfanbara roja Ala Kurdistanê ye. Kurd, roja 17ê berfanbarê wek ‘Roja Ala kurdisTanê' pêşwazî dikin û bi taybet li Herêma Kurdistanê û welatên din ên pîrozbahiyên fermî li dar dixin. Herwiha li bajarên din ên kurdan jî tê pîroz kirin û ‘Ala Kurdistanê' tê hildan.

17.12.2017, Paz - 09:58

Îro 'Roja Ala Kurdistanê' ye
Nuçe Belav bike

Ala Kurdistanê ku ji 2004an ve wek alaya fermî li Herêma Kurdistanê hatiye qebûlkirin, wek sembola netewî ya kurdan tê naskirin. 17ê berfanbarê di serî de li Herêma Kurdistanê û gelek welatên din ê ku kurd lê dijîn, bi çalakî û pîrozbahiyên cur bi cur Roja Ala Kurdistanê tê pîrozkirin.

Ala Kurdistanê, bi awayekî fermî roja 17ê berfanbaraa 1945an li ser banê Komara Kurdistanê û ji aliyê yekemîn Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve hatibû bilindkirin. Herwiha Ala Kurdistanê di dema salên 1927-30 de jî ji aliyê pêşengê serhildana Agiriyê, Ihsan Nûrî Paşa ve jî hatibû bilindkirin.

Ala Kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê rengan pêk tê. Di ortê de jî roj heye. Li jor rengê xwe sor e, navîn spî û jêr jî kesk e. Roja di nav alê de ji 21 tîrejên wekhev hatiye xemilandin. Rengê sor şoreş, xwîn, hêz û yekîtiyê temsîll dike. Rengê zer ronahî, tirêjên rojê û hişyarî, rengê spî, aştî û aramiyê, rengê kesk jî welat, parastin û ciwaniyê temsîl dike.

Berê jî li hemû sazî û dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê Ala Kurdistanê dihate bilindkirin. Lê Serokatiya Herêma Kurdistanê, di sala 2006an de bi yasaya hejmar 60î, bi awayeke fermî biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li hemû sazî û dezgehên fermî derxist.

Parlamentoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di sala 2009an de biryar da êdî her sal roja 17ê berfanbarê wek "Roja Ala Kurdistanê" were pîrozkirin.
Ji wê demê ve heta îrı tenê ne li Herêma Kurdistanê lê li tevahiya bajarê kurdan û cîhanê ev roj bi awayekî berz û bilind tê pîrozkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2548 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x