Rojhilatê Kurdistanê hejiya!

Erdhejek bi hêza 5.9 li çend parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê pêkhat û li sînorê parêzgehek herêma Kurdistanê jî hest pê hat kirin.

22.07.2018, Paz - 11:03

Rojhilatê Kurdistanê hejiya!
Nuçe Belav bike

Demek kurt berî naha demjimêr 13:20 ango 14:50ê dema herêmî ve erdhejekî ku piraniya parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê yên Ormiye, Sine û Kirmaşanê li xwe girt pêkhat. Herwaha li gor zanyariyên peyamnêrê BasNewsê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û Helebçê jî erdhej hat hest kirin. Derbarê hûrgiliyên erdhejê de hîn ti agahî nehatine belav kirin û navenda erdhejê jî aşkera nebûye.

Li gor zanyariyên çapemeniya cîhanê navenda erdhejê Tazawa ya navenda Selasî Bawecan a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye. Herwaha hat ragehandin hêza erdhejê 5.9 e û 8 kîlometre bin erdê de pêkhatiye.

Peyamnêrê BasNewsê li Helebçê dibêje, erdhej bi awayeke pir bihêz li Helebçê hat hest kirin, beşek ji hemwelatiyan jî bo parastina jiyana xwe ji malên xwe derketine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:28:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x