Saziya Keşnasî ya Tirkiyê bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê da

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê da û dibêje li hinek navçeyan jî dê berf û baran tevlîhev bibare.

27.03.2023, Pts - 13:24

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê da
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Saziya Keşnasî ya Tirkiyê îro 27ê Adara 2023an li parêzgehên Erzerom, Erzîngan, Erdexan, Qers, Idir û Agiriyê dê berf bibare û divê welatî li gor vê yekê tedbîrên pêwîst werbigrin. Herwiha li gor pêşbiniyê li parêzgeha Dêrsimê jî ku doh berfê destpê kiribû dê îro û sibe baran bibare.

Tê gotin ku li wan parêzgehên dê berf bibare pileya germê jî dadikeve û li cihên bilind ên parêzgehan dibe ku qeşa çêbibe. Li ser daxuyaniya Saziya Keşnasiyê Parêzgariyên wan 6 bajaran jî welatî hişyar kirine ku di çûnûhatinê de ji bo otomobîlên xwe tedbîrên pêwîst werbigrin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê daketiye û baran dibare. Herwiha li parêzgehên Xarpêt û Rihayê barana zêde bû sedema lehiyê û zerara madî çêbû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:20:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x