Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 21 parêzgehan hişyariya tozbarînê da

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo 21 parêzgehan hişyariya tozbarînê hat dayîn ku piraniya wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne.

04.03.2023, Cts - 11:59

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 21 parêzgehan hişyariya tozbarînê da
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji îro Şemiyê 4ê Adara 2023an û pê ve di nav çend rojan de dê li 21 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê toz bibare û divê welatî li gor vê yekê tedbîrên pêwîst werbigrin.

Li gor hatiye ragihandin toz ji aliyê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ber bi Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê û bi taybet li parêzgehên sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê dê zêdetir bandore li jiyana welatiyan bike.

Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ji şeva borî de barîna tozê destpêkiriye û di çûnûhatinê de mesafeya dîtinê kêm bûye.

Her wiha li parêzgehên Erdexan, Qers û Erzînganê yên Bakurê Kurdistanê dê baran bibare û li cihê bilind jî berf û baran bihevre bibare.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:01:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x