Welatek ker avêtin zindanê...

Li Hindîstanê kerên ku derdorê zindanekî diçêriyan 4 roj xistin zindanê.

28.11.2017, Sal - 09:30

Welatek ker avêtin zindanê...
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya New Delhî TVyê, li Jalauna navçeya eyaleta Uttar Pradeshê 8 kerên ku di baxçeyê zindanekê de çêriyan bi destê raydearên zindanê hatin desteserkirin. Rayedaran 4 rojan ser hev ker avêtin zîndanê.

Polîsê zindanê RK Mîşra daxuyanî da û got: "Keran li ser eraziyê zîndanê zirar dan hin nebatên binirx. Me berî niha jî ji xwediyên wan re gotibû ku miqatî kerên xwe bin û nehêlin ku têkevin eraziyê zindanê, lê wan guh neda gotinên me. Me ji ber vê ker desteser kirin.”

Siyasetmedarekî herêmê piştî ku perê ziyana nebatan da, kerên li zîndana Jalaunê hatin berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1569 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:27:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x