1788 zarokên mexdûrên erdhejê radestî malbatên wan hatin kirin

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê ragihand ku hezar û 915 zarokên mexdûrên erdhekê yên ku ji bin kavilên erdhejên 6ê sibatê hatibûn rizgarkirin û ti kesên wan nedihat naskirin ji wan hezar û 788 zarok radestî malbatên wan kirine.

11.04.2023, Sal - 07:38

1788 zarokên mexdûrên erdhejê radestî malbatên wan hatin kirin
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya Wezaretê de hat destnîşankirin ku piştî erdhejên navendên wan Mereş bû, hezar û 915 zarokên ku ji bin kavilan hatin derxistin û ti kesên wan nedihat naskirin hatibûn tomarkirin.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê dibêje ku piştî piştrastkirina nasnameya kesên ku serlêdan kirin, hezar û 788 zarok bo malbatên wan hatin radestkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêj dermankirina 79 zarokan berdewam e. Herwiha 22 zarok jî hêj nasnameyên wan nehatine zanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 506 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:15:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x