1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be

1 Gulanê roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê ye. Di demek ku li cîhanê, hîna jî mirovahî di bin xeterîya corona vîrusê de ye, 1 Gulana 2021an tê pîroz kirin.

01.05.2021, Cts - 07:06

1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be
Nuçe Belav bike

Qeyrana aborî ya ku li piştî corona vîrusê rûdaye, li Kurdistanê û li Tirkîyeyê rewşa aborîya bi milyonan karker û kedkaran xerabtir kirîye,hejarî zêdetir bûye.

Karker û kedkarên Kurdistanê, ji alîyekî ve ji mafên xwe yên netewî û demokratîk bêpar in, ji alîyekî jî rû bi rûyî hejarî, bêkarîyê ne, rû bi rûyî şerden gelek xerab ê aborîyê ne.

Jiber vê rastîyê jî, karker û kedkarên Kurdistanê, têkoşîna xwe ya jibo bidestxistina mafên aborîyê, têkoşîna jibo jîyaneke birûmet û mirovane, têkoşina jibo azadî, demokrasî û wekhevîyê, divê li gel têkoşîna azadî û rizgarîya Kurdistanê bimeşînin.

PAK, bi şîara ‘’Azadî jibo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’, jibo Kurdistaneke azad a ku edaleta civakî û jîyaneke mirovane lê bicîh bibe xebat û têkoşînê dimeşîne.

Di roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê de, li dijî xeterîya corona vîrusê, divê hemû mirovahî bi hişmendî û helwesteke yekgirtî tevbigere, lihev xwedî derkevin. Bi vê daxwaz û hêvîyê, em 1ê gulana karker û kedkarên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz dikin.

1ê Gulana 2021ê

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 680 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:08:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x