30 saliya Komkujiya Sêwazê; çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin

Di 30emîn salvegera Komkujiya Sêwazê de ku di bûyerê de 37 kesan canê xwe ji dest dabûn, li Enqere û Amedê çalakiyên bibîranînê hatin sazkirin.

02.07.2023, Paz - 18:52

30 saliya Komkujiya Sêwazê; çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin
Nuçe Belav bike

Li Enqerê îro bi vê boneyê merasîmek hat lidarxistin. Seroka Şaxa Enqerê ya Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal, Cansu Erice di merasîmê de amade bû û amaje bi wê yekê da ku komkujiya Madimakê tawaneke dijî mirovatiyê ye û di ser tawanên wiha re dem derbas nabe.

Cansu Erice ragihand: “Ligel ku 30 sal derbas bûne hê jî hesabê komkujiyê nehatiye dayîn. Berpirsên pişt vê komkujiyê nehatine eşkerekirin. Edalet pêk nehatiye. Piraniya kujeran hatine efûkirin. Hinek ji wan jî bo derveyî Tirkiyê hatine şandin.”

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî heman komeleyê ji bo bîranîna komkujiya Madimakê merasîmek saz kir û parêzerê dozê amaje bi wê yekê da ku Elewî daxwaza mafê xwe yê wekheviyê dikin.

Cafer Koluman, parêzer û di heman demê Sekreterê Hiqûqî yê PSAKDê ragihand: “Em dixwazin li vî welatî wekhev bijîn. Em Elewî wek rastiyeke vê erdnîgariyê, vê axê dixwazin mafê me yê wekheviyê hebe. Em dixwazin derfetên dewletê wek welatiyên din bikar bînin. Em zêde tiştekî naxwazin. Heta hun vê yekê qebûl nekin dê berxwedana Elewiyan berdewam be.”

Roja 2ê Temûza 1993an li bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê komkujiyek hat kirin ku niştecihên wê hem Elewî û hem Sunne ne. 37 kes hatin kuştin ku 33 ji wan rewşenbîr, helbestvan, hunermend û nivîskarên Kurd û Elewî bûn. du karmendên otelê , û du jî êrîşkar bûn

Rûniştina Doza Komkujiya Sêwazê 14ê Îlona îsal dê bê kirin û metirsî heye ji ber derbasbûna demê doz bê girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 408 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:08:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x