Amnesty International: Herî zêde bidarvekirin li Îranê pêkhatin e

Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty International) rapora xwe ya salane ya 2016an ragihand. Li gor vê raporê di tevayiya cîhanê de hejmara bidarvekirinan kêm bûn e. Girêdayî encamên di dest de, di sala 2016an de 1031 kes hatine bidarvekirin.

12.04.2017, Çar - 07:26

Amnesty International: Herî zêde bidarvekirin li Îranê pêkhatin e
Nuçe Belav bike

Herweha li gor heman raporê hejmara welatên, ku sezaya bidarvekirinê heye di sala 2016an ji 61an kêm bûne û bûne 55.

Herî zêde bidarvekirin 567 kes li Komara Islamî ya Îranê bû ye. Piştê Îranê li Erebistana Siûdî 154 kes hatine bidarvekirin. Li Iraqê 88 û li Pakistanê 87 kes hatine bidarvekirin.

Li gor Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî, dibe ku li Çînê hejmara bidarvekirinan ji welatên din zêdetir bû bin, lê ji ber ku di destê wan de amar nî nin, nikarin hejmara wan kesan hatine bidarvekirin bidin diyarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:23:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x