Asia Times: Barzanî, Mandela'ya Kurdan e

Rojnameya herî navdar a Parzemîna Asyayê Asia Timesa Îngîlîzî di raporta xwe de Mesûd Barzanî ji bo kurdan wekî rêberê koçkirî yê Efrîqeya Başûr Nelson Mandela nîşan da.

01.11.2017, Çar - 07:26

Asia Times: Barzanî, Mandela'ya Kurdan e
Nuçe Belav bike

Asia Timesa Îngîlîzî ku yek ji navdartirîn rojnameyên Parzemîna Asyayê ye di raporekê xwe de Mesûd Barzanî ji bo Kurdan wek rêberê koçkirî yê Efrîqeya Başûr Nelson Mandela û serkirdeyê navdar yê Firensa Charles de Gaulle e nîşan da.

Rojnameyê di berdewamiya raporta xwe de got: "Bi milyonan kurd di jiyana xwe de ti serkirdeyek wek Mesûd Barzanî nedîtine ku ji wan re weke sîmboleke mezin û navdar yê doza Kurdî ye."

Asia Times di dirêjiya nivîsa xwe de dibêje ku Barzanî wek serkirdeyekî netewî kurd tê naskirin ku hewldaneke mezin ji bo serxwebûna Kurdistanê kir. Her çi qas dev ji postê serokatiyê berda be jî ew li Hewlêra Kurdistanê dimîne û wekî bavê netewekê xebata xwe dewam dike.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:30:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x