Beşên Nexweşxaneya Zanîngeha Heranê hatine girtin

Ji ber îstîfakirin û koça pizîşkan çendîn beşên Nexweşxaneya Zanîngeha Heranê hatine girtin.

25.05.2022, Çar - 11:41

 Beşên Nexweşxaneya Zanîngeha Heranê hatine girtin
Nuçe Belav bike

Ji ber îstîfakirin û koça pizîşkan çendîn beşên Nexweşxaneya Zanîngeha Heranê hatine girtin.

Li Zanîngeha Heranê, ji ber îstîfakirin û koça pizîşkan, beşên nexweşiyên xwîna zarokan, şêrpenceya zarokan, neştergeriyên ciwankariyê, şêrpence, nexweşiyên xwînê, nexweşiya gurçikan, pisporiya nexweşzanî û labaratûar û neştergeriya sîngê hatine girtin.

Derbarê vê mijarê de Endamê Lijneya Rêvebir a Odeya Pizîşkên Riha Doç. Dr. Faik Tatli dibêje: “Ya rast bi baweriya min ev siyaseta hikûmetê ye. Dixwaze zanîngehan kontrol bike. Bênaverokkirina nexweşxaneyan, Wezareta Tendirûstiyê sivik dike.”

Doç. Dr. Faik Tatli berê li Zanîngeha Heranê mamoste bûye û yek ji wan pisporên Nexweşxaneya Zanîngeha Heranê bû ku neştergeriya veguhestina ciger dikir. Ew dibêje piştî darbeya sernekeftî ya Temûza 2016ê û guhertinên ku piştre di serokatiya Zanîngeha Heranê de hatin kirin, êdî piştgiriya projeyên zanîstî nehat kirin û neçar bûye dest ji kar bikşîne. Faik Tatli dibêje, ji ber îstîfakirin û koça pizîşkan, Nexweşxaneya Zanîngeha Heranê rûbirûyê krîzê bûye.

Tatli herwiha got: “Niha li Zanîngeha Heranê beşên nexweşiyên xwîna zarokan, şêrpenceya zarokan, neştergeriyên ciwankariyê, şêrpence, nexweşiyên xwînê, nexweşiya gurçikan, pisporiya nexweşzanî û labaratûar û neştergeriya sîngê hatine girtin. Ji dawiya 2018 heta destpêka 2021ê bernameya me ya veguhestina ciger hebû, ligel du pizîşkên din me nêzîka 60 neştergeriyên veguhestina ciger kir li Zanîngeha Haranê. Herdu pizîşkên din îstîfa kirin û min jî piştre dest ji kar berda û neştergeriya veguhestina ciger rawestiya.”

Nexweşxaneya Zanîngeha Heranê ya Rihayê nexweşxaneyeke sektora giştî ye. Şert û mercên karkirinê û rewşa aborî sedema beşeke zêde ya destjikarkişandin û koça pizîşkan in. Ji ber vê yekê di dema sal û nîvekê de behsa girtina neh beşên nexweşxaneya Zanîngeha Heranê tê kirin. Lê Serpizîşkê Nexweşxaneyê red dike.

Serpizîşkê Nexweşxaneya Zaningeha Haranê ya Riha Doç. Dr. Ehmed Guzelçîçek jî got: “Li nexweşxaneya me neku neh beş, tenê çar beş hatine girtin. Veguhestina ciger beşê neştergeriya giştî ye. Karkirina li wê beşê bi şeş pizîşkan berdewam e. Ew pisporê ku neştergeriya ciger dikir, cuda bûye û çûye Diyarbekirê. Ev rast e. Di mijara veguhestina ciger de pirsgirêka me ya bawernameyê heye, em niha nikarin neştergeriya veguhestina ciger bikin.”

Li gor amarên Odeya Pizîşkan a Tirkiyê, tenê di meha Çile ya îsal de 197 pizîşkan ji Tirkiyê koç kirine. Li gor heman çavkaniyê, di pênc salên borî de, 4 hezar û 583 pizîşkan ji Tirkiyê koç kirine û di 10 salên borî de koça pizîşkan li Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 22 zêde bûye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 391 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:45:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x