Biryara xistina parlementeran hat standin !

Parlementoya Tirkiyê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer ku parlementerên Partiya Demokratîk a Gelanin (PDG) ji bo ku parlementeriya wan bê xistin komîsyonek damezrand.

21.07.2017, Cum - 13:50

Biryara xistina parlementeran hat standin !
Nuçe Belav bike

Ji bo parlementerên HDPê yên ku di derbarê wan de biryara girtinê hene, pêvajoyeke nû dest pê dike.Parlementoya Tirkiyê ji bo ku parlementeriya Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer betal bike, komîsyonek damezrand.

Dîwana Serokatiya Parlementoyê li ser hinceta betalkirina parlementeriyên HDPê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer destnîşan kir, ku bêdestûr û bêhincet di nav mehekê de 5 roj beşdarî xebatên parlementoyê nebûne.

Komîsyona ku ji bo vê mijarê hate damezrandin ji 9 kesan pêk tê û îro dest bi xebatê dikin.

Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer di meha Mijdara 2016an de derketibûn derveyî Tirkiyê.

Li dadgehên Tirkiyê di derbarê her du parlementeran de biryara girtinê heye

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1504 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:02:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x