Bîrmend û derhênerê Fransî Bêrnard Lêvî bi kurdî cejna Newrozê pîroz dike û dibêje, arizûyeka min heye ew jî di demek zû de dewleteka serbixwe ya kurdî ye.
Bêrnard Lêvî, ku dostekî gelê kurd e û heta niha gelek tişt li ser kurd û Kurdistanê nivîsiye û herî dawî li ser şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê fîlm çêkiribû, li ser rûpela xwe ya twîtterê bi helkefta Newrozê peyamek belav kiriye.
Lêvî di peyama xwe de bi kurdî nivîsiye, “Newroz Pîroz Be” û paşê bi înglîzî gotiye, “Sala nû li hemû hevalên min yên kurd pîroz be. Arizûyek min heye ew jî di demek zû de dewleteka serbixwe pêk were.”
Wî bîrmendê Fransî wêneyeke xwe jî li eniya şer û di nav pêşmergeyan de belav kiriye.