Di çemê Feratê de termên 2 kesan hat dîtin

Di nava çemê Feratê de otombîlek ku 2 term tê de bûn hat dîtin, zêdeyî 20 rojan ew otombîl di nava çem de bû û haya kesekî jê tunebû.

25.01.2023, Çar - 09:31

Di çemê Feratê de termên 2 kesan hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li bajarê Reqayê ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye, roja Sêşemê masîgirek otombîlek di çem de dibîne û aliyên peywendîdar agahdar dike.

Encumena Sivîl a Reqayê ragihand ku tîmên wan piştî wê agahdarkirinê di Çemê Feratê de otombîlek dîtine.

Rêveberê Beşê Noqavan li Reqayê Mehmûd Ebdo got ku wan di wê otombîlê de 2 tem dîtine, ew her du hevjînên hev bûn.

Mehmûd Ebdo diyar kir ku li gor zanyariyên destpêkê, zêdeyî 20 rojan ew otombîl di nava çem de bû.

Ebdo dibêje: “Roja Sêşemê 23 vê mehê agahî ji masîgirekî ji me re hatin ku wî otombîlek di nava Çemê Feratê de dîtiye. Yekser tîmên me yên bersivdayîna lezgîn berê xwe dan wê derê. Bi rastî jî otombîlek di çem de hat dîtin. Di wê otombîlê de 2 kes hebûn hevjînên hev bûn. Derket ku 20 roj in an zêdetir ew otombîl di avê de bû. Me ew term bi amadebûna asayîşê radestî Nexweşxaneya Niştîmanî kir.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:23:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x