Efşîn Qadirzade yê ji Rojhilatê Kurdistanê wek mêrê herî kurt ê cîhanê hat tomarkirin

Efşîn Îsmaîl Qadirzade ku ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, wek kurtirtirîn mirovê cîhanê ketiye nav Pirtûka Rekoran a Guinnessê.

17.12.2022, Cts - 07:14

Efşîn Qadirzade yê ji Rojhilatê Kurdistanê wek mêrê herî kurt ê cîhanê hat tomarkirin
Nuçe Belav bike

Efşîn Îsmaîl Qadirzade ku ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, wek kurtirtirîn mirovê cîhanê ketiye nav Pirtûka Rekoran a Guinnessê. Afşîn ji rekora berê ya cîhanê heft santîmetre kurttir e. Efşînê temenê wî 20 sal in.

Cotemeha îsal mêrê herî kurt ê cîhanê Efşîn Qadirzade yê 20 salî, bi dayik û bavê xwe re serdana navendeke pîvankirinê yê li bajarê Tehranê kirin.

Armanca wan ew bû, bi rêya tomara Guinnessê kurê xwe bi cîhanê binasînin.

Efşîn Qadirzade xelkê bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Mêrê herî kurt ê cîhanê Efşîn Qadirzade got, “Ez Efşîn Qadirzade me, xelkê Bokanê me, 22 salî me.”

Piştî du mehan, Efşîn bo nivîsîngeha tomara Guinnessê li Dubey hat vexwendin û 3 caran bejna wî hat pîvan.

Pîvankar Kenzi El Defrawi anî ziman, “Du pîvankirin mane, yek li demjimêr 3ê paşnîvro û yek jî li demjimêr 9ê şevê. Êdî em dikarin encama dawî ragihînin.”

Efşîn piştî pîvankirinên xwe, xwe ji bo wergirtina nasnavê xwe amade dike û serdana berber û terzî jî kir.

Terzî got, “Ew dikeve dîrokê û min jî li gel xwe dibe.”

Piştî du mehan, Efşîn bo nivîsîngeha tomara Guinnessê li Dubaiyê hat vexwendin û 3 caran bejna wî hat pîvan. Bejna Efşîn 65.24 santîmetre bû ku bi vê awayî navê wî wek mêrê herî kurt ê cîhanê hat tomarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:57:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x