Elçî: Eger Tirkiye mafên Kurdan nas neke, ne mimkun e ku pêşve biçe

Çavdêrê Siyasî Fethullah Elçî li ser pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de diyar kir: “Dewleta Tirkiyê lazim e realîteya Kurdan, hebûna Kurdan, netewa Kurd, zimanê wan, lazim e beriya her tiştî nas bike.\"

24.03.2021, Çar - 17:34

Elçî: Eger Tirkiye mafên Kurdan nas neke, ne mimkun e ku pêşve biçe
Nuçe Belav bike

Çavdêrê Siyasî Fethullah Elçî li ser pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de diyar kir: “Dewleta Tirkiyê lazim e realîteya Kurdan, hebûna Kurdan, netewa Kurd, zimanê wan, lazim e beriya her tiştî nas bike. Eger dewleta Tirkiyê nas neke, ne mimkun e ku pêşve biçe.”

Fethullah Elçî ji bajarê Stenbolê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Elçî diyar kir: “Dewleta Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê her wext gelek pirsgirêk di navbera wan de çêbûne, lê van salên dawî, dema ku mirov li têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Amerîka û Tirkiyê dinêre, gelek xirab e û gelek di xeteriyê de ye. Dewleta Tirkiyê baweriya xwe bi penaberên ku ji şer reviyane û hatine Tirkiyê, tîne û destê xwe pê hinekî xurt dike û bi Yekîtiya Ewropayê bi vê tehdîd dike.”

Fethullah Elçî destnîşan dike: “Yekîtiya Ewropayê dewleta Tirkiyê çendîn sal in weke qereqolekê ji xwe re dibîne û naxwaze wê qereqola xwe ya li Rojhilata Navîn, dewleteke weke Tirkiyê ji destê xwe berde. Ji ber vê yekê Ewropa car caran hinek hişyarî dide dewleta Tirkiyê û dibêje \'em ê hinek ceza bidin te\', lê her dem ne jidil e.”

Çavdêrê Siyasî Fethullah Elçî got: “Eger ku Tirkiye bixwaze têkiliyên wê û Yekîtiya Ewropa û Amerîka baş be, lazim e pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike. Eger ku dewleta Tirkiyê pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser neke, ne mimkun e ku navbera wê û Yekîtiya Ewropa û dewletên Ewropayê xweş bibe. Ji aliyê aborî ve jî dewleta Tirkiyê êdî baweriyê nade Ewropayê. Weke din; di mijara mafên mirovan û azadiya mirovan de jî gelek şûnve çûn heye, pêşve çûn nîne û şûnve çûn heye.”

Fethullah Elçî diyar dike: “Eger Tirkiye bixwaze navbera wê û Yekîtiya Ewropayê xweş bibe, beriya her tiştî lazim e pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike. Ya herî girîng û berçav pirsgirêka Kurd e. Dewleta Tirkiyê lazim e realîteya Kurdan, hebûna Kurdan, netewa Kurd, zimanê wan, lazim e beriya her tiştî nas bike. Eger dewleta Tirkiyê nas neke, ne mimkun e ku pêşve biçe.”

Elçî dibêje: “Îro hikûmeta Tayyip Erdogan û kesayetê wî bi xwe jî, vê gavê gelek ketiye zor û zehmetiyê. Îro yê ku hikûmeta Tirkiyê birêve dibe, ne partiya Tayyip Erdogan an jî ew birêve dibe, îro yê hikûmeta Tirkiyê birêve dibe, MHP ye, Dogu Perinçek e.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 616 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:21:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x