Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê Bi Giramî Bi Bîr Tînin

Îro 84emîn salvegera qetil kirina serok û rêberê netewî yê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û hevjîna wî Zerîfe Xanimê ye.

09.07.2021, Cum - 14:00

Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê Bi Giramî Bi Bîr Tînin
Nuçe Belav bike

Serokê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim hevjîna wî ya têkoşêr û kadroyeke rêber a Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê, piştî şikestxwarina Tevgera Koçgirîyê, teslîmî Dewleta Tirkîyeyê nebûn, bi salan li çîyayên Dêrsimê jîyan.

Dewleta Tirkîyeyê li Dêrsimê amadekarîya jenosîdeke berfireh dikir. Û gava ewil jî dixwest Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bikujin.

Kesekî bi navê Zeynel ê ku kirîvê Elîşêr Beg bû, herweha sîxur û nokerê Dewleta Tirkîyeyê bû, roja 09.07.1937an serê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê jêkirin û bir teslîmî Dewleta Tirkîyeyê kirin. Heta nuha jî kes nizane ka termên Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê li ku derê ne.

Em di 84emîn salvegera şehadeta wan de Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

09.07.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 632 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:24:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x