Em welatperwerê Kurd Vedat Aydin bi giramî bi bîr tînin

07.07.2021, Çar - 11:52

Em welatperwerê Kurd Vedat Aydin bi giramî bi bîr tînin
Nuçe Belav bike

JİTEM a Dewleta Tirkîyeyê, welatperwerê Kurd Vedat Aydin di roja 05.07.1991ê de ji mala wî ve binçav kir. Di roja 07.07.1991ê de termê wî li kêleka rê hate dîtin.Vedat Aydin bi îşkenceyê hatibû qetil kirin.

Di roja 10ê Tîrmeha 1991ê de bi deh hezaran kes li Amedê beşdarî merasîma cenazeyê Vedat Aydin bûn. Polîs û hêzên taybet yên Dewleta Tirkîyeyê bi çekan êrîşî ser girseyê kirin. Di encama vê erîşê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Lê dîsa jî termê Vedat Aydin li Amedê hate defin kirin.

Vedat Aydin kadroyekî KİP/DDKDyê bû û ji vê dozê di hefsa Dîyarbekirê de raza bû.Gava ku hate qetilkirin jî Serokê Teşkîlata HEPê ya Amedê bû.

Em di 30emîn salvegera şehadeta wî de , welatperwerê Kurd Vedat Aydin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

07.07.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê( Partîya Azadîya Kurdistanê)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 802 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:21:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x