Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan-Îran Dr. Abdurahman Qasmilo li 13 Temuza 1989ê li bajarê Vîyenna hat kuştin, 32 sal bi ser wê bûyerê re derbaz bûn, Komara Îslamî ya Îranê sala 1979ê piştî nemana rejîma Şah hate ser desthilatê li wî welatî, piştî 42 salan nakokî û aloziyên Îranê bi civaka navntewî re bi taybet bi Amerîka û cîhana Rojava û hin welatên herêmî yên rojhilata navîn re dom dikin.
Komara Îslamî ya Îranê ji dema hatî ser desthilatê heta roja îro dest ji tesfiye kirin û jinavbirina kesayetiyên rikeber û opzisyonî berdenadye, ji kuştina Qasmilo û Şerefkendî bigire heta ku eşkere bûna hewildana revandina rojnamevana Amerîkî-Îranî Masîh Alînejad li New Yorkê di vê heftiyê de.
Jibo bîranîna Dr. Abdurahman Qasimlo û berdewamiya siyaseta Tehranê ya kuştin, girtin, revandin û gefxwarina li rikeber û opozisyonê Hello Washington mêvandariya Dr. Yekta Uzunoglu lêkolînvan û hevalê nêzîk yê Dr. Qasimlo û Kakşar Oremar lêkolînvan û pisporê pirsên Îranê kir.
Pêşî Berzê Uzunoglu derbarê nêzîkahiya xwe û hevalîniya bi Dr. Abdurahman Qasimlo re got ku ew kesekî nêzîkî Qasimlo bû, di 32 salên derbazbûyî de wî gelek nivîs derbarê wî de weşandin û çalakî jibo wî encamdan û go "Qasimlo hevalê min bû, hogirê min bû, mamosteyê min bû li Prag, me weşanên Partî Demokratî Kurdistana-Îran li Prag di weşandin, helbet bidizî, li Parîs em bi hevre bûn."
"Hem raya giştî ya dûnyayê û hem raya Kurdan bixwe û dengê me kurdan bixwe, li hember wê cînayetê, wê cînayeta hovane gelek û gelek ya nizimbû."
Lêkolînvan Kakşar Oremar
Derbarê ku çawan di dilê Ewrupa de Qasmilo kesayetiyek ewqas navdar û çalak nehat parastin, Uzunoglu got, "Problêm ewe ku, çawan dibe Amerîka û hem jî Ewrupa, rê dide rejîmeke hov weke Îranê ku dikare di Ewrupa de însanan bikuje û di balefire de vegerin Tehranê!"
Yekta Uzunoglu derbarê helwesta Amerîka li dij desthilata Komara Îslamî ya Îranê got "Yekemîn dewlet li dûnyayê ku li dij terora Îranê derdikeve Amerîka ye."
Uzunoglu herwiha got "Sucdar welatên Ewrupa ne, ku rê didin Îranê." Ew di wê bawerê de bû ku berî 3-2 salan berê, hêviya wî hebû ku guherîn li Îranê çê bibin, bi taybet di dema serokê berê yê Amerîka Donald Trump de, lê niha hêvîya wî nemaye.
Mêvanê bernamê Kakşar Oremar lêkolînvan derbarê helwesta Kurdan û Ewrupiyan li hember kuştina Qasimlo û hevalên wî got, "Hem raya giştî ya dûnyayê û hem raya Kurdan bixwe û dengê me kurdan bixwe, li hember wê cînayetê, wê cînayeta hovane gelek û gelek ya nizimbû."
"Kurd li Îranê ew hêz nînin ku bibin bersiv bo 84 mîlyon kesan".
Kakşar Oremar
Oremar li ser bêxemiya Kurdan li hember tawanên Îranê li dij Kurdan axivî û got, "Nêzî 4-5 mîlyon Kurd li Ewrupa hene, me dikarîbû bi hezaran biçîn ber deriyê dadgeha Denhagê- Lahay, yan Yekîtiya Ewrupa, yan jî Netewên Yekbûy, me dikarî ku nehêlin, ew qedera reş berdewam bibe."
Kakşar Oremar derbarê îhtîma peqînek navxweyî di nava Îranê de, ne lê wê bawerê ye ku tiştek weha di van nêzîkan de çê bibe û got, "Em opozisyoneke weha bihêz nabînin, bi taybet di nava Îraniyan de, opozisyona Kurdan jî hizbên Kurdî hevgirtî nînin."
Oremar dîsan got "Kurd li Îranê ew hêz nînin ku bibin bersiv bo 84 mîlyon kesan".