Heşdî Şabî bi hovane Kameramanekî Kurd şehît kir

Kameramanê Kurdistan TV Erkan Şerîf, li mala xwe ya navçeya Dakûkê ji aliyê milîsê Heşdî Şabî ve bi hovane hat şehîd kirin.

30.10.2017, Pts - 08:40

Heşdî Şabî bi hovane Kameramanekî Kurd şehît kir
Nuçe Belav bike

Rêveberê Giştî yê televîzyona Kurdistan TV Karwan Akreyî ragihand ku; “Şeva derbasbûyî 29-10-2017ê, li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê, komek çekdarên nenaskirî û bi maske, êrîş birin ser mala kameramanê televîzyona me yê bi navê Erkan Şerîf û ew şehîd kirin.”

Her wiha Akreyî eşkere kir, ku Erkan Şerîf li ber çavê malbata xwe bi derbeyên kêran hatiye kuştin û got: “Polîsan dest bi lêkolînê kirine û em li hêviya encaman in.”

Yek ji endamê malbata Erkan Şerîf ji ajansa Rûdaw'ê re ragihand, ku ew çekdarên ku bi ser mala wan de girtine bi tirkmenî axivîne.

Bi gotina heman kesî, çekdaran piştî kuştina Erkan Şerîf sivikatî bi laşê wî jî kirine.

Erkan Şerîf 50 salî bû û bavê 2 keç û kurekî bû. Erkan Şerîf ev 13 sal bûn kameramanê Kurdistan TV bû û di heman demê de rêveberê dibistana gundê Heftexar a navçeya Daqûq bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1037 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:31:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x