HPG: Necmettin Yilmaz hate cezakirin

Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser mamosteyê ku ser rêya Dêrsim û navçeya wê Pulumuriyê otomobîla wî hatibû şewitandin û ti agahî di derbarê wî de tine bû, daxuyaniyek da.

21.06.2017, Çar - 07:48

HPG: Necmettin Yilmaz hate cezakirin
Nuçe Belav bike

Mamosteyê bi navê Necmettin Yilmaz dema ku ji navçeya Sêwreg a Rihayê ber bi bajarê xwe Gumuşhaneyê diçû li ser rêya navçeya Pulumuriyê ya Dêrsimê ji aliyê hin kesên nediyar ve, otomobîlê wî hatibû şewitandin.

Çar roj bûn ti agahî di derbarê mamoste Necmettin Yilmaz de tinebûn. Bavê mamoste, Hamit Yilmaz serî li Şaxa Dêrsimê ya Komeleya Mafên Mirovan dabû û xwestbû ku lawê wî were dîtin.

Serokê Şaxa Dêrsimê ya Komeleya Mafên Mirovan Gurbuz Solmaz ragihandibû, ku li ser Necmettin Yilmaz ti agahî tine ye û diyarkiribû ku ew weke Komeleya Mafên Mirovan mafê jiyana mirovan diparêzin û ew hêvî dikin ev welatî bi sax û silamet, bêyî ku ti zirarê bibîne, radestî malbata wî were kirin.

Îro ji aliyê navenda çapemeniyê ya HPGê ve daxuyaniyek hat û di daxuyaniyê de di derbarê mamosteyê bi navê Necmettin Yilmaz de HPGê gotiye ku “hate cezakirin”. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Li Dêrsimê, kesê bi navê Necmettin Yilmaz ku cihê hêzên me yên gerîlayê û şêweya tevgerên wan îxbar dikir û li gel dijmin hevkariyê dikir, di 16ê Hezîranê de li nêzîkî gundê Zaxgê yê ser bi Dêrsimê, hate cezakirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 3172 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:22:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x