Îsmaîl Beşîkcî ji çavên xwe emeliyat bû

Nivîskar û rewşenbîr Îsmaîl Beşîkcî ji her du çavên xwe emeliyata kataraktê bû.

26.11.2022, Cts - 13:29

Îsmaîl Beşîkcî ji çavên xwe emeliyat bû
Nuçe Belav bike

Damezrînerê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, Îbrahîm Gurbuz îro Şemiyê 26ê Mijdara 2022an bi daxuyaniyekê ragihand ku Nivîskar û rewşenbîr Îsmaîl Beşîkcî di du demên cuda de ji her du çavên xwe emeliyat bû.

Îbrahîm Gurbuz di daxuyaniya xwe de anî ziman, “Birêz mamosteyê gewrê Îsmaîl Beşîkcî ji her du çavên xwe emeliyat bû. Di 24ê Mijdarê de çavê wî yê rastê, di 26ê Mijdarê de jî ji çavê xwe yê çepê emeliyat bû.”

Damezrînerê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, Îbrahîm Gurbuz destnîşan kir ku her du emeliyat jî bi serkeftî derbas bûne.

Îbrahîm Gurbuz her wiha spasiyên xwe pêşkêşî pizîşkên ku emeliyata Îsmaîl Beşîkcî kirine, dike.

Îsmaîl Beşîkcî kî ye?

Îsmaîl Beşîkcî di sala 1939an de, li bajarê Çorumê, li qeza Îskîlîpê hatiye dinê. Wi di sala 1962an de li kolêja polîtik ya Zanîngeha Enqere xwendina xwe ya zanistiya polîtîk qedand û di sala 1964an de, li Erzeromê, li Zanîngeha Ataturk wek asîstan dest bi kar dike. Beşikci ji aliyê doçentekî bi navê Orhan Turkdogan ji heman fakultê ji ber qaşo propagandaya marksîzmê û herêmiyê hate şikayetkirin. Di sala 1967an da tevlî Xwepêşandanên Rojhilat bû û dûra li ser van xwepêşandanan lêkolînek çêkir ev lêkolîna xwe di bin navê Doğu Anadolu nun Duzeni, Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller (Dezgeha Rojhilata Anatolyayê, Sosyo – aborî û bingeha etnîk) kir pirtûk û di sala 1969an de weşandin. Di sala 1969a de, ji ber çapkirina vê pirtûkê ji zanîngehê tê avêtin. Ji ber pirtûk û dîtinên xwe yên li ser kurdan, piştî darbeya 12ê adara 1971a li dijî Beşîkçî doz hate wekirin û ew hate girtin. Ji sê salî bêtir di girtîgehê de dimîne. Di sala 1979a de, ji ber pirtûk û dîtinên xwe, carek din tê girtin. Beşîkcî di navbera salên 1981 – 1987a de, şeş salan di girtîgehê de dimîne. Piştî ku tê berdan disa bi xebatên li ser Kurdan mijûl dibê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:42:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x