Ji Raya Giştiyê re!

Polêsê YDE’ê, li ber çavê gelê cîhanê mirovek siyahî George Floydê, bi hovane qetil kirin. Em vêya şermezar dikin.

31.05.2020, Paz - 07:49

Ji Raya Giştiyê re!
Nuçe Belav bike

Polêsê YDE’ê, li ber çavê gelê cîhanê mirovek siyahî George Floydê, bi hovane qetil kirin. Em vêya şermezar dikin.


Nîjadperestiya Trumpê, polîtîkayên ku dijminatiya biyanî çê dike di vê demên Vîrûsa Koronayê de ji bo YDE’ê  û ji bo tevehiya cîhanê talûkeyek dibînin. Û em banga hemû gelên cîhanê dikin, werin li hemberê polîtîkayên nîjadperestiyê em barîqata demokrasî û azadiyê ava bikin.


Li YDE’yê di rewşa pandemîn de di dorhêla betalî û birçîbûnê de kodên genetîk yê nîjadperestiyê tevdigere! Do polêsê YDE’ê, mirovê siyahî Floydê bi eşkere û adîbûnê bi fetisandine kuşt û çavtirsandineke mezin da ji muxalîfan re. Polês girseya ku li hemberê vê qetlê protesto û çalakiyan dikin êrêşa wan dike. Û îro çalakdarekî jî hat qetil kirin û jiyana xwe ji dest da. Polêsên ku van tiştan dikin, ji pergala Trumpê piştvanî digirin.  Ev erjengiyê Floydê car din ji me re nîşan da ku genetîka Merê Spî yê bi vîrusê hîn jî neqediya ye.


George Floyd wek bi qîrînê digot “nikarim bêhnê bigirim” û bi wî awayê jiyana xwe ji dest da. Li hemberî vî, serhildanên ku çêdibin erenî ye. Her wiha di dîroka YDE’ê de cara yekemîn e wek mirovek siyahî tê kuştin û hemberî vî tiştê de gelên ku spî jî têketineke mezin kiriye vê çalakiyê.


Deshilatdariyê Trumpê, dema tengezarîya 1929’an, peyamên ku wek nîjadperesteke Hîtlerê dike talûkeyeke mezin e. Trump biryarnameyê sînorkirina hesabên medyayê civakî îmze kir, ev tişt îşaretên talûkeyên yekemîn e.


Em gelên cîhanê ku Karker, kedkar, demokrat û siyasetê sosyalist û komunîstê cîhanê re bang dikin; werin hemberî vî çûndinê em alîyê demokrasî û Azadiyê ava

bikin.


30.05.2020
PARTIYA KOMUNÎST A KURDISTAN

 

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 726 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:24:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x