Ji Rejîma Îranê darvekirinên nû

Li gor raporta malpera Mafê Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, îro serê sibê li girtîxaneya navendî ya Ormiyê çar girtiyên Kurd ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hatin darve kirin.

26.07.2017, Çar - 09:23

Ji Rejîma Îranê darvekirinên nû
Nuçe Belav bike

Malpera mafê mirov Hengaw ragihand ku, îro 26.07.2017ê çar girtiyên kurd li girtîxaneya Derya ya Ormiyê hatin darve kirin.

Nav û nasnameyên wan çar girtiyên Kurd waha ye: ‘’Fetah Emînî xelkê Muhabadê, bi tometa kuştina bi qesdî hatiye darve kirin. Xalîd Emînî xelkê Muhabadê bi tometa kuştina bi qesdî hatiye darve kirin. Ferhad Mûsazade xelkê Selmasê bi tometa madeyên hişber hatiye darve kirin. Dawud Maldar xelkê Ormiyê bi tometa bazirganiya madeyên hişber hatiye darve kirin.’’

Li gor zanyariyan, di heyama du heftiyên borî de 17 girtiyên Kurd li girtîxanyên Îranê hatine darve kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:23:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x