Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya kete nav koma Netewên Yekbûyî

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres karsazê kurd Hamdî Ulukaya wek endamê Armancên Pêşketina Berdewam a Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir.

21.07.2022, Per - 06:49

Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya kete nav koma Netewên Yekbûyî
Nuçe Belav bike

Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê di civîneke çapemeniyê de got “Di nava qeyran mirovî yên ku cîhan pê re rû bi rû ye, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres biryar da ku CEOyê Chobani Hamdî Ulukaya bike nav koma parêzvanên Armancên Pêşketina Berdewam.”

Herwiha Heq diyar kir “Armancên Pêşkeftina Berdewam, plana cîhanê ya ku desnîşan kiriye ew e ku heya sala 2030an pêşerojek tenduristir, kesktir û domdartir ava bike. Ez kêfxweş im ku pêşwaziya birêz Hamdî Ulukaya li vê koma parêzvanan dikim ku di warê karsazî û alîkariyên mirovahî de rêberekî îlhamê ye. Hamdi Ulukaya ji Tirkiyeyê karsaz, çalakvan û xêrxwaz e ku ji bo entegrasyona gerdûnî ya penaberan û peydakirina xwarinên baş ji bo her kesî dixebite. Weqfa wî sektora taybet seferber dike da ku derfetên aborî ji zêdetirî 25 mîlyon penaberan re li seranserê cîhanê peyda bike.”

Armancên Pêşkeftina Berdewam ên ku di sala 2015an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ketine meriyetê, di nav 13 armancên din de Armancên Pêşkeftina Domdar, di nav 13 armancên din de armanc dike ku aştiya gerdûnî bi çareserkirina pirsgirêkên cihêreng ên ku cîhan pê re rû bi rû ye, wekî xizanî, birçîbûn, perwerdehî û guherîna avhewa bi dest bixe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 521 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:25:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x