Leyla Saliha ji Kobanî ya 110 salî da ser rêyên Almanya

Tekane daxwaza Leyla Saliha ku di nasnameyê de 110 salî xuya dike ewe ku neviyên xwe yên li Almanyayê bibîne. Ji bo vê yekê ji Sûriyê çû Tirkiyê lê dema ku di bahra Egeyê re derbas bû, ewlehiya peravan ya Yewnanistan ew girtin. Biryara ketina wê ya Almanya jî dê 2019an de were dayin.

25.12.2017, Pts - 16:11

Leyla Saliha ji Kobanî ya 110 salî da ser rêyên Almanya
Nuçe Belav bike

Lê di meha Mijdarê piştî Ewlekariya Peravan ya Yewnanistan bota wan ya lastîkî disekinînin, li girava Midilli li kampa tijeke penaber têne bi cih kirin. Şeva ewil li derve, li jêr asîmên derbas dikin. Leyla Salih û bûka wî paşê ji bo payitexta giravê, ji wir jî, ji bo payitexta Yewnanistan hate şandin.

Leyla Saliha ku dibêje ‘Xwedê mezin e' bi, biryara berî ku bimre neviya xwe Nesrîn bibîne. Bûka wê Zozan jî ji bo ne vegere Kobanî. Zozan diyar dike ku yek ji neviyên Leyla û birayekî wê di şer de mirine û dibêje: "Li Kobanîyê rewş baş bibe jî ji bo me tiştekî ku em li wir pê bijîn nema. Mala me xerabû, karê me tuneye."

Lê biryara derbarê ku Leyla Salih li Almanya bi xizmên xwe re were gel hev dê di sala 2019an de were dayin. Ji bo Leyla Salih dibe ku 2019 pir dereng be. Neviyê wê Xelîl ji ber rewşê gelekî şaşwaz e. "Em nizanin ka divê em çi bikin. Em bimînin, an em hewl bidin ku em birevin, ku li gel her tiştî em hewl bidin têkevin Almanyayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:29:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x