Li Amedê derbarê mafên mirovan de belavok hatin belavkirin

Di çarçoveya hefteya mafên mirovan de li Amedê endamên saziyên sivîl li hev civiyan û belavokên ku ser de maddeyên mafên mirovan hene belav kirin.

16.12.2022, Cum - 12:54

Li Amedê derbarê mafên mirovan de belavok hatin belavkirin
Nuçe Belav bike

Di çarçoveya hefteya mafên mirovan de li Amedê endamên saziyên sivîl li hev civiyan û belavokên ku di ser de maddeyên mafên mirovan hene belav kirin û hat amajekirin armanc ew e ku welatî mafên xwe bizanin.

Li Amedê di çarçoveya hefteya mafên mirovan de çalakî berdewam in.

Bi vê boneyê, bi pêşengiya Baroya Amed û Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amed û herwiha gelek saziyên sivîl li Qada Şêx Seîd daxuyaniyek hat dayîn û paşê jî endamên saziyên sivîl belavok li Qada Şêx Seîd û Caddeya Xazî li welatiyan belav kirin.

Di belavokan de ku bi zimanên Kurdî û Tirkî hatine amadekirin, mafên welatiyan hatine rêzkirin. Beşdaran amaje kirin ku armanc ji vê çalakiyê ew e ku bila welatî bizanin xwediyên mafên çawan in û dê van mafan çawa bi kar bînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:45:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x