Li Amedê ji ber gazê 18 karkerên bendavê bi jehrî ketin

Li navçeya Farqînê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di çêkirina neqeba avê ya bendavê de teqîn çêbû û di encam de 18 karker ji ber gaza metanê bi jahrî ketin.

30.07.2022, Cts - 08:05

Li Amedê ji ber gazê 18 karkerên bendavê bi jehrî ketin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan şeva borî 29ê Temûza 2022ê li gundê Şevlera ser bi navçeya Farqînê 18 karkerên ku bi makîneyên kar di çêkirina neqeba avê ya Bendava Farqînê û Santrala Elektrîkê dixebitîn, ji ber teqîna tupê gaza metanê bi jehrî ketin.

Her 18 karker bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Aziz Yusufoglu hatine veguhestin. Li gor agahiyên dawî rewşa karkeran baş e lê dermankirina wan berdewam e.

Piştî bûyerê li ser agahdarkirinê tîmeke girêdayî Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Bilez (AFAD) ku ji 12 kesan pêk tê bi armanca lêkolînê çûne herêmê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 563 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x