Li Amedê şerê bi çekan: 3 kuştî, 11 birîndar

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li ser erd û zeviyan di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket

04.06.2020, Per - 07:32

Li Amedê şerê bi çekan: 3 kuştî, 11 birîndar
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li ser erd û zeviyan di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket û di encam de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. Birîna 2 kesan giran.

Bûyer, şevê din li Taxa Fatîh a Çinarê qewimî. Li gor agahiyên hatine belavkirin, di navbera du malbatan de li ser erd û zeviyan nîqaş derdikeve û di demeke kurt de vediguhere şer. Di şer û pevçûnê de Hulya K., Mehmet K. û Nûrî K. canê xwe ji dest dan û 2 jê giran 11 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên tebndirûstiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Li aliyê din otomobîla ku birîndar hilgirtibûn di rê de wergeriya. Birîndarên herdû biyeran bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê hatin veguhestin.

Ji aliyê hêzên ewlekariyê û tîmên taybet ve li taxê tedbîr hatin wergirtin û kes û karên mirî û birîndaran li ber nexweşxaneyê krîz derbas kirin.


 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 719 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:02:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x