Li Êlihê ciwanek di avê de xeniqî

Ciwanek di avê de xeniqî

03.06.2022, Cum - 06:35

Li Êlihê ciwanek di avê de xeniqî
Nuçe Belav bike

Li bajarê Êlih (Batman) a Bakurê Kurdistanê li gundê Zorava xort ji bo xwe hînik bikin ketin ava rûbarê Êlihê. Xortê bi navê Bilal Keskin yê 19 salî bi hevalên xwe re ket avê lê piştî wextekî ji hevalên xwe, di ava çem de wenda bû.

Li ser wendabûna Keskin ya di avê de, li navenda 112 ê geriyan û agahiyê dan navendê. Tîmên AFAD ê çûn ciyê bûyerê û piştî li cesedê Keskin geriyan, cesed dîtin û ji avê derxistin. Lê Bilal Keskin jiyana xwe ji dest dabû.

Termê Bilal Keskin ji bo otopsiyê birin nexweşxana Batmanê ya Lêkolîn û Perwerdê. Polîs li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 581 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x