Li gundekî Qersê xanî hilweşiya – 3 kes mirin

Li gundekî bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê, xaniyek hilweşiya û 3 kes tê de mirin.

02.06.2022, Per - 09:48

Li gundekî Qersê xanî hilweşiya – 3 kes mirin
Nuçe Belav bike

Li gundê Hecîmiho yê Qersê sibeha îro (2 Hezîranê) ji ber barana zêde û teyrokê xaniyê malbata Budak hilweşiya û jina malê û 3 zarokên wê di bin kavilan de man.

Keça malê ya bi navê Sîbel Budak (12 salî) ku birîndar bibû, xwe ji bin kavilan rizgar dike û hewara xwe digehîne cîranan.

Li gor zanyariyan, gundiyan jina malê ya bi navê Songul Budak a 36 salî û zarokên wê Bedirhan ê 10 salî û Boran ê 8 salî ji bin kavilan derxistin lê heta gihandin nexweşxanê, canê xwe ji dest dan.

Keça birîndar Sîbel Budak jî ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 661 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:24:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x