Li Hewlêrê jinekê 5 zarok bi hev ra anî dinê

Li bajarê Hewlêrê jinekê 5 zarok bi hev ra anî، rewşa tenduristiya wan jî baş e.

31.05.2022, Sal - 14:42

Li Hewlêrê jinekê 5 zarok bi hev ra anî dinê
Nuçe Belav bike

Şeva borî li nexweşxaneya zarokan ya Hewlêrê, jinekê 5 zarok bi hev ra anî; 4 kur û keçikek.

Bavê wan zarokan Tariq Farûq ji BasNewsê re got, rewşa tenduristiya zarokan û diya wan jî baş e. Lê niha di bin çavdêriyê de ne

Tariq Farûq her wiha got, hejmara zarokên mih gihîşt 8 kesan, ji ber ku beriya niha 3 zarokên min yên din jî hebûn.

Bavê 5 zarokên cêwî anî ziman ku rewşa wî ya darayî baş nîne, ji ber wê daxwaza alîkariyê ji hikûmetê dike.

Ew welatiyê han xelkê gundê Qorîtan li nahiya Şemamik ya Hewlêrê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 527 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x