Li Mêrdînê şer: 1 kuştî

Li navçeya Qoserê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin.

05.10.2022, Çar - 11:17

Li Mêrdînê şer: 1 kuştî
Nuçe Belav bike

Li navçeya Qoserê li Kolana Nexweşxaneyê, di navbera F.K. û Derviş Kavak de, nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de F.K. bi demançeyê êrîşî Derviş Kavak kir û ew birîndar kir. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Derviş Kavak bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat veguhestin, lê tevî hemû midaxeleyan cane xwe jidest da.

Gumanbar F.K. ji aliyê polîs ve hat desteserkirin. Hat zanîn di navbera F.K. û Derviş Kavak de pêştir pirsgirêk hebûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 382 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:24:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x