Li Qers, Erdexan û Sêwazê barîna berfê jiyan zehmet kiriye

Li hersê parêzgehên Qers, Erdexan û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê barîna berfê jiyan zehmet kiriye û Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê hişyariyê dide û dibêje ku li herêmê li cihên bilind ên lê berf hene metirsiya aşûtê heye.

22.02.2023, Çar - 07:56

Li Qers, Erdexan û Sêwazê barîna berfê jiyan zehmet kiriye
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Qersê ji ber barîna berfa zêde li hinek navçeyan dibistan bo rojekê hatin girtin. Ji şevê din ve li Qersê barîna berfa zêde jiyana welatiyan zehmet kiriye.

Parêzgariya Qersê îro Çarşemê 22ê Sibatê ragihand ku ji ber barîna berfê û şert û mercên hewayê yên xirab li navçeya Qamûşanê û gundên wê bo dema rojekê navber bo xwendinê tê dayîn.

Li Erdexanê berf di hatin û çûyînê de dibe sedema tengasiyê

Berfa ku li tevahiya Erdexanê bitesîr e li cihên bilind ji pûkê bi bandor e.

Li devera Çiyayê Ilgarê ya rêya Posof Damal-Turkgozuyê ya ku rê dide ku biçin Deriyê Sînor ê Turkgozuyê ya li sînorê Gurcistanê ji ber berf û pûkê cemed çêbû.

Hin ajokarên barhilgiran ên xwestin ku bê zincîr ji guzergahê re derbas bibin ji ber cemedê di rê de man û ji ekîbên rêbejî alîkarî xwestin.

Ekîban hişyarî dan ku bi taybetî wesayîtên giran bila zincîrê li lastîkên xwe bidin.

Li Sêwazê ji ber berfê rêya 16 gundan girtî ye

Li parêzgeha Sêwazê jî ji ber barîna berfê rêya 16 gund û mezrayan hat girtin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Taybet a Bajêr ve hatiye dayîn, li navçeya Kamîlava 6, Şarkişla 5 û li Koçgirî jî 5 gund û mezrayan, ji ber barîna berfê rêyên wan hatine girtin.

Li gor agahiyan karûbarên vekirina rêyan destpê kirine.

Hişyariya aşûtê

Ji aliyê din ve Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê hişyariyê dide û dibêje ku li herêmê li cihên bilind ên lê berf hene metirsiya aşûtê heye.

Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê herwiha ji welatiyan xwestin ku baldar bin û tedbirên xwe hildin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:06:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x