Li Ûrmiyê jineke kurd xwe şewitand

Li navçeya Mergewrê ya girêdayî Ûrmiyê jineke temenê wê 25 salî agir bera bedena xwe da û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

03.01.2017, Sal - 09:40

Li Ûrmiyê jineke kurd xwe şewitand
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Kurdistanmediayê di şeva 31ê Berfanbara 2016an de li navçeya Mergewrê ya bajarê Ûrmiyê li gundê Girdiwanê jineke bi navê Nermîn Mihemedî ya keça Ebdûla ji ber pirsgirêkên malbatî agir bera bedena xwe da û ew rakirin Nexweşxaneya Xumeynî ya Urmiyê.

Hat diyar kirin ku Nermîn Mihemedî piştî 23 saetan li nexweşxaneyê ew birin mala bavê wê ya li gundê Gêsyanê lê ji berk u piraniya bedena wê şewitîbû, 2yê Rêbendanê roja duşemê jiyana xwe ji dest da. Her wiha hat hîn bûn ku Nermîn Mihemedî jineke kurd e û yek jê 4 salî, yek jî 1 salî, xwediyê zarokan e.

Komele û saziyên mafên jinan diyar dikin ku ji ber bêkarî û pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên malbatî û xemsariya berpirsên rêveberiya dewletê li bajarên kurdan ên Îranê rêjeya xwe şewitandin û xwe kuştina jinan de zêdetir bûye.

Her wiha Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) jî ragihandibû ku li eyaleta Kurdistanê û bajarên kurdan ên Îranê jinên kurd ên ku xwe dikujin, ji sedî 52 xwe bi şewitandinê, ji sedî 32 jî bidarvekirinê dawiyê li jiyana xwe tînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1872 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:20:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x