Li Şirnexê teqîna grîzû: 3 karker mehsûr mane

Li gundê bi navê Gundikê Melî yê bi ser bajarê Şirnexê ve 3 gundî di encama kolandina madenê de ji ber teqîna xaza metanê jehrî bûn û metirsî heye, ku her sê kesan jî jiyana xwe ji dest dabe.

04.12.2017, Pts - 10:53

Li Şirnexê teqîna grîzû: 3 karker mehsûr mane
Nuçe Belav bike

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî, tê gotin ku li gundê bi navê Gundikê Melî yê bi ser bajarê Şirnexê ve 3 gundî, ku di heman demê de karkerên madenê ne, li cihê kana madenê di encama teqîna xaza metanê de jehrî bûne. Metirsî heye ku wan her 3 gundiyan jî jiyana xwe ji dest dabe.

Hat diyarkirin ku ji wan 3 kesan du kes bira ne û hêj ew nehatine derxistine.

Ji aliyê din ve hinek çapemeniya Tirk diyar dikin ku ew her 3 gundî li wê herêma kana madenê di bîreke tijî av de werbûne û jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha di dîroka 17'ê cotmehê de ruxîekî heman herêmê de 8 karkeran canê xwe ji dest dabûn.

Mezopotamya Haber Ajansı
Vî nûçeyê tevayî: 1430 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:29:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x