Mahsun Kirmizigul spasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir

Stranbêjê navdar Mahsun Kirmizigul ji bo alîkariyên erdhejê spasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir.

25.03.2023, Cts - 10:03

 Mahsun Kirmizigul spasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir
Nuçe Belav bike

Stranbêjê navdar ê ji Amed a Bakurê Kurdistanê Mahsun Kirmizigul îro Şemiyê 25ê Adara 2023an li ser hesaba xwe ya Twitterê spasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir.

Mahsun Kirmizigul di tweeta xwe de got, “Spas ji bo dostên Çewligî yên li Almanyayê dijîn, yên li Azerbaycanê, dostên ku li Hewlêrê, London, Berlîn, Holanda û Parîsê dijîn, spas ji Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ya Kurdistanê re û her kesê ku keda wan hebû, alîkarî û piştgirî dan. Em ê li navenda xwe ya koordînasyonê bi heman awayî berdewam bin di alîkariyê de.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:31:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x