Malbatên koçberên wenda yên ji Kobaniyê banga alîkariyê kirin

Piştî belavbûna nûçeya binavbûna belemeke koçberan li nêzîk Yûnanê ku di bûyerê de bi dehan koçber xeniqîne û di belemê de hejmarek koçberên Kurd ên ji Kobaniyê jî têde bûn, li herêma Kobaniyê xelk dilgiran e û li benda zanyariyan li ser kesên ji herêma xwe ne.

19.06.2023, Pts - 05:54

Malbatên koçberên wenda yên ji Kobaniyê banga alîkariyê kirin
Nuçe Belav bike

Di bûyera roja 14ê Hezîranê ya binavbûna belema koçberan de, 6 koçberên ji Kobaniyê wenda ne û 5 koçber jî ji bûyerê rizgar bûne ku niha li kampeke nêzîk Atîna ya paytexta Yûnanê hatine bicihkirin.

Rizgarbûyê bûyerê, Elî Şêxî nasnameya kesên di binavbûna belemê de wenda bûne ji Rûdawê re aşkere kir.

Li gor Elî Şêxî navên wan kesan wiha ye:

- Welîd Mihemed Qasim

- Mihemed Fewzî Şêxî

- Diyar Mihemed

- Ehmed Bozan

- Mihemed Ferîd Ehmed

- Kamîran Ehmed

Malbatên Kesên ku di wê belemê de bûn û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e, bi rêya Rûdawê bang li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku bi hawara wan ve biçin daku ew tiştekî li ser zarokên xwe bizanin.

Xwîşka Welîd Qasim, Mîram Qasim ji Rûdawê re dibêje, ew heta niha tiştekî li ser birayê xwe nizane.

Mîram Qasim dibêje, “Birayê min di dîroka 5-5-2023an de diçe Lubnanê, piştî Lubnanê diçe Lîbyayê û ew û her du xalên min diçin. Sibeha roja Înê 9-6-2023an ji me re telefon kir û got, em dê siwarê keştiyê bin û biçin Îtalyayê. Keştiya wan li nêzî Yûnanê binav dibe û rewşa wan heya niha ne diyar e. Em bi hêvî ne kesên têkildar û xêrxwaz bi rêya Rûdawê bi me re alîkar bin.”

Bavê koçberekî din ê Kobaniyê ku wenda ye, alîkariyeke bi lez dixwaze.

Bozan Şikrî bavê Ehmed Bozan e û dibêje, kurê wî di wê keştiyê de bûye ku li nêzî Yûnanê binav bûye, lê ew heya niha tiştekî li ser kurê xwe nizane.

Bozan Şikrî bang li Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku alîkariya wan bikin daku ew tiştekî ji zarokên xwe bizanin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:23:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x