Mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Bek koça dawiyê kir

Piştî mana çend rojan di nexweşxaneyeke Almanyayê de, Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Bek îro koça dawiyê kir.

28.01.2019, Pts - 07:14

Mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Bek koça dawiyê kir
Nuçe Belav bike

Mîr Tehsîn kurê Seîd Elî Bek di 15ê Tebaxa sala 1933an li navçeya Baedrê ya ser bi qezaya Şêxan ve jidayik bû.

Piştî mirina bavê wî Seîd Elî Bek bi 15 rojan, Mîr Tehsîn Bek di Havîna sala 1944an de pileya Mîrê Êzidiyan pê hat bexşîn û ji wê demê ve Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê ye.

Mîr Tehsîn Bek piştevaniya Şoreşa Îlonê kir û di sala 1959an de bi sedema tevgera Ebdulah Şewaf li Mûsilê hate sirgûnkirin û bo Emara û Dîwaniyê li başûrê Iraqê hate şandin û piştre li Bexdayê kete bin “Rûniştina bi neçarî”, piştre Rêberê Şoreşa Îlonê Mela Mistefa Barzanî ew biryara bi hikûmeta Iraqê hilweşand.

Her çend e roja Înê 25ê vê mehê dengoya mirina wî belav bû, lê malbata wî ji K24ê re tekez kirin, hîna Mîr tehsîn hîna di jiyanên. Lê îro Mîr Tehsîn Bek li Almanyayê koça dawiyê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1448 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:22:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x