Mûsa Ehmed: Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hîn li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ne

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, tîmên wan heta niha alîkarî û xizmetguzarî pêşkêşî mexdûrên erdhejê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dikin.

25.02.2023, Cts - 18:01

Mûsa Ehmed: Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hîn li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ne
Nuçe Belav bike

Mûsa Ehmed got: “Piraniya saziyên Tirkiyê dixwestin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bimîne ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê, ji ber wê jî heta pêwîstiya xelkê wir bi me hebe em ê ji bo gelê me, li wir bimînin.”

Herwiha Mûsa Ehmed dibêje“Li Rojavayê Kurdistanê em hewl didin destûrê bidin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku li wir kar bike. Heta dema ku Konsulê Giştî yê Tirkiyê serdana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir, me daxwaz ji wî û Wezareta Derve ya Tirkiyê kir ku destûrê bidin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo pêşkêşkirina alîkariyê û xizmetguzarî bo mexdûrên erdheja Rojavayê Kurdistanê.”

Di berdewamiyê de Mûsa Ehmed dibêje: “Ne tenê ji Herêma Kurdistanê, ji Ewropa û hemû parçeyên din ên Kurdistanê jî gel, sermayedar û rêxistinên navdewletî pêwendî bi me re kirine û alîkariyên xwe pêşkêşî xelkê hewcedar kirine, ji ber ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema borî de karê xwe kiriye û xwe kiriye wek pirekê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 455 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:28:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x