Nadiya Murad xelata Nobel a Aştiyê wergirt

Keça Kurda Êzidî û rizgarbûya destê çekdarên rêxistina DAIŞê, Nadiya Murad bi hevbeşî li gel pizîşkê ji welatê Kongoyê Denis Mukwege, Xelata Nobel a Aştiyê wergirtin.

05.10.2018, Cum - 16:10

Nadiya Murad xelata Nobel a Aştiyê wergirt
Nuçe Belav bike

Komîteya Xelata Nobelê îro Înê 5ê Cotmeha 2018ê serkevtiyên îsal ên xelata nobel a aştiyê aşkere kir.

Komîteyê ji bo sala 2018ê xelata Nobel a Aştiyê da keça Kurd a Êzidî Nadiya Murad û doktorê Kongoyî Denis Mukwege.

Nadiya Murad yekemîn Kurd e li cîhanê û duyemîn law e li cîhanê ku Xelata Nobel a Aştiyê werdigire. Nadiya Murad sala 2014ê di êrişa çekdarên rêxistina DAIŞê de êxsîr ketibû destê wan çekdaran û rastî destdirêjiya sêksî hatibû, ku piştî çend mehan ji destê DAIŞê rizgar bû.

Komîteya Xelata Nobelê ragihandiye, Nadiya Murad li dijî tundûtîjiyê kar kiriye, û em hewlên Nadiya Murad û Denis Mukwege yên jibo rûbirûbêna tundûtîjiya sêksî bilind dinirxînin.

Keça Kurda Êzidî, Nadiya Murad xelkê gundê Koço yê ser bi qezaya Şingalê ve ye, di sala 1993an de ji dayik bûye û di êrişa sala 2014ê de, dayik û 6 birayên wê ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatine gullebarankirin.

Nadiya Murad dis ala 2016 de bo wergirtina Xelata Nobel a Aştiyê hatibû kandîdkirin, herwiha di sala 2016ê de bi hevbeşî li gel Lemiya Beşar xelata Sakharof wergirtibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1537 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:22:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x