Nêçîrvan Barzanî derbarê şewata li Çemçemlê de peyam da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di derbarê bûyera şewata maleke Çemçemlê de ku di encamê de 3 zarokan canê xwe ji dest dan û dayika wan bi giranî birîndar bû, peyamek belav kir û ragihand: Ya ku ji bo alîkariyê pêwîst be, emê bikin.

17.12.2018, Pts - 09:19

Nêçîrvan Barzanî derbarê şewata li Çemçemlê de peyam da
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de li ser twîterê, bûyera şewata şeva bihorî ya li qezaya Çamçemal a Silêmaniyê weke karesat bi nav kir û xemgnî û hevxemiya xwe li gel vê malbatê ragihand.

Nêçîrvan Barzanî got: Karesata agirpêketina şeva bihorî ya malekê li Çemçemlê, ku têde 3 zarokan canê xwe ji dest dan û dayika wan bi giranî birîndar bû, ji dil ve ez hejandim. Ez xwe şirîkê xema malbata wan dizanim, her tişta ku pêwîst be em dê bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha daxwazê ji hevwelatiyan dike, ku zêdetir haydar bin û baştir xwe biparêzin.

Şeva bihorî li taxa Asûde ya qezaya Çemçemalê, agir li malekê ket û di encamê de 3 zarokan canê xwe ji dest dan. Herwiha dayika wan jî bi rêjeya %85 şewitiye û rewşa tendirustiya wê nebaş e.

Qayimmeqamê Qezaya Çemçemlê, Remik Remezn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Temenê zarokan di navbera yek heta 5 saliyê de ye û dayika zarokan jî laşê wê gelek şewitiye û ji bo dermankirinê, bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatiye veguhastin.”

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Çemçemlê jî gotibû, bûyera şewatê di encama kontakta elektirîkê de bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 945 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x