PAK: Divê Kujerên Kemal Kurkutî Bê Ceza Neyên Hiştin

18.11.2020, Çar - 10:57

PAK: Divê Kujerên Kemal Kurkutî Bê Ceza Neyên Hiştin
Nuçe Belav bike

Kemal Kurkutê xwendekarê zanîngehê ku wexta dikir li Amedê tevlî Newroza sala 2017an bibe, li

rêya nêzîkî qada Newrozê hatibû kuştin. Paşê di derbarê polîsekî tawanbarê kuştina Kemal Kurkutî de

bi “gengazî kuştina bi qest” doz hatibû vekirin. Di roja 17.11.2020an, di 12emîn danişîna vê dozê de

7emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê di derheqê polêsê tawanbar de biryara serbestberdanê da û

herwiha bo tespîtkirina tawanbarê gengaz, biryar da ku di derheqê 72 polêsan de daxuyanîya sûcê

were encamdan.

Em vê helwesta ku hewl dide kujerên Kemal Kurkutê bê ceza bihêle, şermezar dikin.

Dewleta Tirkîyeyê ku di salên 1990î de bi navê “failî meçhul”ê 17.000 mirovî qetil kirin, dixwaze

Kemal Kurkutî jî tevlî wê lîsteya “failî meçhul”an bike.

Ji roja damezirandina Dewleta Tirkîyeyê heta îro, kujerên bi sedhezaran mirovî mixabin nehatine

darizandin, vê yekê kir ku ên piştî wana hatine, wêrektir tevbigerin.

Lêbelê, ji bo kujerên Kemal Kurkutê ku li nîvê rojê, li ber çavê herkesî bi guleyên polîsan hate

qetilkirin werin tespîtkirin, hemû Baro û hemû kesên ku alîgirên azadî, demokrasî, edalet, mafên

mirovan, mafê jîyanê ne, divê seferber bin ku ev yek wazîfeya mirovahîyê ye.

17.11.2020

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 674 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:04:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x