PAK: Qesas û piştgirên qetlîama Sêwasê heta îro jî nehatine aşkerekirin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya Madimak a Sêwasê şermezar kir û ragihand, “Bi minasebeta vê qetlîamê hinek doz hatin vekirin. Lê mixabin tu encam jê nehatin girtin.”

03.07.2023, Pts - 05:35

PAK: Qesas û piştgirên qetlîama Sêwasê heta îro jî nehatine aşkerekirin
Nuçe Belav bike

Daxuyaniya PAKê:

Di Temmûza 1993yan da, li Sêwasê, Şahîya Pîr Sultan Abdal hate li dar xistin. Gelek rewşenbîr û hunermend jî beşdarî vê şahîyê bibûn.

Di roja 2yê Temmûza 1993yan da qalabalixîyeke mezin êrîşeke ne mirovane birin ser Hotêla Madimakê ya ku beşdarên şahîyê lê diman û Hotêl şewitandin. Di encamê da 33 Reweşenbîr û hunermed û 2 xebatkarên Hotêlê hatin şewitandin, ji ber dûxanê fetisîn.

Êrîşkeran bi sloganên weke “Sêwas ji yên laîk ra dê bibe mezel”, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê êrîş biribûn ser Hotêlê.

Ev êrîş binpêkirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû.

Bi minasebeta vê qetlîamê hinek doz hatin vekirin. Lê mixabin tu encam jê nehatin girtin, qesas û piştgirên vê qetlîamê heta îro jî nehatine aşkere kirin, nehatine ceza kirin.

Em qesas û êrişkerên vê qetlîamê û yên li pişta wan bûn, yên wan diparastin bi tûndî rûreş dikin.

Em di 30emîn salvegera vê qetlîamê da, qurbanîyên qetlîamê bi giramî bibîr tînin.

02.07.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:10:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x